TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Belçîkayê civiyan

📅 09 hezîran 2021 20:11

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana xwe ya Belçîkayê de, ji aliyê Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo ve hat pêşwazîkirin.

Civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Belçîka Alexander De Croo demek berê dest pê kir ku tê çaverêkirin di civînê de, bihêzkirina pêwendiyan di warên cuda de û têkoşîna li dijî terora DAIŞê bên gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro bi serdaneke fermî çûbû welatê Belçîkayê û bi Serokê Herêma Flanders re jî hevdîtinek pêk anîbû.

Parve bike: