TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî tund axivî: Ev encama nefretê ne

Emin Aba
Koordînator
📅 08 adar 2026 16:51
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di sersaxiya Welat Tahir de ku di êrîşa dironî ya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê de şehîd bibû, daxuyaniyên tund dan. Barzanî diyar kir ku ev êrîş bê hincet in û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku sînorekî ji tawanbaran re deyne.

RûpelNews - Îro (Yekşem, 08.03.2026), Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, beşdarî li şîna sersaxiya şehîd Welat Tahir de kirin. Welat Tahir şeva şemiyê di encama êrîşeke dironî de şehîd bibû.

Ev êrîş encama kîn û nefreta li hemberî Kurdistanê ne

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de, sersaxî ji malbata şehîd, Serok Barzanî û gelê Kurdistanê re xwest û got: "Bêguman ev ne şehîdê yekem ê Kurdistanê ye û dê ne yê dawî be jî."

Serokwezîr bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û ragihand ku tu pasavekî (hincet) van êrîşan nîne û tenê ji ber req û kîneke mezin a li hemberî Kurdistan û gelê wê têne kirin. Barzanî tekez kir: "Divê ew şovenîst zanibin ku ev helwesta dijminane ya ku niha li hemberî Herêma Kurdistanê girtine, ji bîra xelkê Kurdistanê dernakeve."

Bexda mûçe û çekan dide van grûpan

Mesrûr Barzanî bang li hikûmeta federal a Iraqê û parlamentoyê kir ku xwedî helwest bin û sînorekî ji van tawanbaran re deynin. Barzanî bal kişand ser piştevaniya Bexdayê ya bo van grûpan û got: "Mixabin heta niha jî ew grûpên ku van karan dikin, ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve têne fînansekirin û mûçe û çek ji wan re têne dayîn."

Her tişt xwedî sînor e

Serokwezîr careke din diyar kir ku ew bi tu awayî qebûl nakin ev êrîş berdewam bikin û xwîna şehîdên wan bi fîro biçe. Barzanî got: "Em hemû hewlên xwe didin da ku Kurdistanê ji şer û alozî dûr bixin, lê wekî ku cenabê Serok Barzanî ferman kir, her tişt xwedî sînor e. Em hêvî dikin hikûmeta federal bê ser xetê û piştgiriya van tawanbaran neke." Barzanî her wiha hişyarî da terorîstan ku Kurdistên nekin hedef, da ku ew neçar nebin "helwestên din" werbigirin.

Peyama ji bo civaka navneteweyî û welatên cîran

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dubare kir ku Herêma Kurdistanê tu carî nebûye metirsî ji bo welatên cîran û daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku di parastina Herêma Kurdistanê de bibin alîkar.

Derbarê rewşa elektrîkê de daxuyanî

Li ser pirsa elektrîkê jî Serokwezîr ronahî xist ser vê yekê ku pirsgirêk ne li cem wan e; kompanyayên berhemanîna petrol û gazê ji ber şer berhemên xwe kêm kirine. Barzanî hêvî kir ku piştî temambûna şer, rewş vegere asta berê û pirsgirêk di demeke nêz de were çareserkirin.

Parve bike: