TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serokwezîr Barzanî serxwesî li nûnerê Hikûmeta Kurdistanê yê Swîsreyê kir

📅 09 sibat 2022 20:35

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê bi minasebeta wefata birayê wî pêwendiyeke telefonî ligel Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swîsreyê Fewzî Qedûr pêk anî û serxweşî lê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonî de, sersaxî û hevxemiya xwe anî ziman û hêvî xwest, Xwedayê mezin ruhê Xwedê jê razî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide malbata wan.

Herwiha Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Swîsreyê spasî û pêzanînên xwe û yên malbata xwe ji bo pêwendiyê û sersaxiyê pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirin.

Parve bike: