TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serokwezîr Barzanî roja mamosteyan pîroz kir

📅 15 gulan 2020 01:39

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema 58 emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyan peyama pîrozbahiyê belav kir. Peyama serokwezîr Mesrûr Barzanî weha ye:

 “Bi sedema 58 saliya damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, pîrozbahiyê li serok, endam, sekreteriya û hemû endamên Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim. Mamosteyên Kurdistanê roleke girîng û diyar di gihandina ciwanên Kurdistanê de, bicîh anîne û di beşdarî şoreşên Kurdistanê jî bûne û her tim di sengera berevaniyê de, bo mafên Kurdistanê cihê xwe girtine.”

Parve bike: