TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serokwezîr Barzanî li Duhokê teleferîka Çiyayê Zava yê tûrîstîk vedike

📅 09 gulan 2021 10:50

PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê li parêzgeha Duhokê projeyeke tûrîstîk vedike.

Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 9 Gulanê demjimêr 13:00 beşdarî merasîma taybet a projeya tûrîstîk dibe û telefirîka çiyayê Zava li bajarê Duhokê vedike.

Çiyayê Zava li Duhokê cihekî tûrîstîkî ye û her çar demsalên salê cihê seyran û geştiyariyê yê welatiyan û tûrîstan e. 

Parve bike: