Serokwezîr Barzanî ji aliyê Serokwezîrê Vatîkanê ve bi germî hat pêswazîkirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Sibatê piştî hevdîtina bi serokwezîrê Îtalya re li Romayê, li Vatîkanê ji aliyê Serokwezîrê Vatîkanê Kardinal Pietro Parolin ve hat pêşwazîkirin.
Piştî civîna Mesrur Barzanî ya ligel Pietro Parolin hat ragihandin ku guftûgo derbarê rewşa niha û dawî pêşhatên Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Vatîkan û Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kurteyek derbarê ezmûna Herêma Kurdistanê di warê pêkvejiyana olî û netewî û hewlên bo kûrkirina kulturî hevqebûlkirin, aştî û tebayîya gelan pêşkêş kir.
Herwiha behsa wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê wek herêmeke aram li navçeyeke aloz, bûye penageha parastin û vehewandina bi sedan hezar penaber û koçberên navxweyî û derûberê, ji nava wan jî Kirîstiyanî, ku ji ber rewşa aloz û gefên teroristan, cih û malên xwe hîştine, herwiha hemû mafên olî û netewî û xizmetguzariya jiyanê li Herêma Kurdistanê ji wan re peyda bûne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi karnemaya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku bi berfirehî kar ji bo baştirkirina jiyan û guzariyên hevniştimaniyan, geşepêdanê di sektorên cuda de û ewlehî û aramî li navçeyê dike.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Vatîkanê piştgîriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dupat kir û daxwaza xwe bo kûrkirina pêwendiyên Vatîkanê û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokwezîrê Vatîkanê, rola gelê Kurdistanê di şerê li dijî terorê û parastina tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bilind nirxand û silav û rêza wî ya taybet ji Serok Barzanî re hebû. Herwiha Pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, li hember wê rola mirovî di pêkvejiyana aştiyane û girîngîdana bi hemû pêkhateyên olî û netewî yên navçeyê û bi hevbeşiya hemûyan û ligel cudawaziya bîr û bawerî û olan peyrew dike û nimûneyeke ciwan a buhayên bilind ên mirovatiyê nîşan dide.