Cîhan
Serokwezîr Barzanî bi Serokwezîrê Îtalya re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de, îro li Romayê bi hemkarê xwe yê îtalî Giuseppe Conte re hevdîtinek pêk anî.
Hat zanîn ku di civîna ku demek berê dest pê kiriye de, hevahengiya bi Îtalya re û têkoşîna dijî terora DAIŞê mijarên sereke ne.
Derbarê naveroka civînê de hîn daxuyniyeke fermî nehatiye dayîn.
Mesrur Barzanî îro piştî civîna ligel serokwezîrê îtalî bi Kardînal Pêtro Parolîn û Serokwezîrê Vatîkanê re jî dicive.