Serokwezîr Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re di serdana xwe ya Bexdayê de, bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî re civiya.
Şande ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî ve hate pêşwazîkirin û di civînê de şanda Herêma Kurdistanê niyazpakiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo başkirina pêwendiyan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û bexdayê de diyar dike û wê derbarê de guftûgoyan dikin.
Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Mesrûr Barzanî îro gihîşt Bexdayê û destpêkê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya.
Wê şanda Herêma Kurdistanê piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê re, bi Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî re jî bicive.
Di serdana Mesrûr Barzanî ya Bexdayê de, guftûgo li ser pirsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, budce, petrol, Kerkûk û koçberan de tên kirin.
Piştî yekemîn civîna fermî ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku doh 15ê Tîrmehê 2019an hat kirin, hat ragihandin ku dê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta nîşandana derbirîna nîyazpakiya Herêma Kurdistanê, bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di çarçova destûrê de serdana Bexdayê dike.