TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Serokkomara Macaristanê Katalin Novak seredana Tirkiyê dike

📅 28 adar 2023 21:33

PeyamaKurd – Li ser daweta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, serokkomarê dewleta Macaristanê Katalin Novak roja şarşemê diçe Tirkiyê. Li gor ragihandina serokkomariya Tirkiyê; di hevdîtinên fermî yên li Ankara de, wê têkiliyên di navbera Macaristan û Tirkiyê de ji serî de bên guftûgokirin. Pêngavên ji bo pêşdebirina têkiliyên navbera her dû dewletan dê bên munaqeşekirin.

Ji bilî têkiliyên duqolî, têkiliyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Awrûpayê, pêşdeçûnên rojane yên herêmî û mijarên navdewletî dê babeta hevdîtina her dû terefan bin.

Parve bike: