Serokên şaredariyên bajarên mezin yên CHPê daxuyaniyeke hevpar ragihand in
RûpelNews - Şaredaran anîn ziman ku armanca sereke ya biryara "Betala Teqez" ew bû ku CHPê parçe bike û belav bike û hêviya gel a ji bo guhertina hikûmetê lawaz bike.
"Em piştgiriya Ozgur Ozel û serokatiya partiyê dikin"
Di daxuyaniya hevpar de peyameke piştgiriyê ji bo Serokê Giştî yê hilbijartî yê CHPê, Ozgur Ozel, û serokatiya partiyê ya niha hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wek Şaredarên Mezin ên Partiya Gel a Komarî, em li gel Serokê Giştî yê hilbijartî yê partiya xwe, birêz Ozgur Ozel û serokatiya partiya xwe disekinin."
"Divê Kongreya Awarte di nava 45 rojan de were lidarxistin"
Şaredaran diyar kirin ku, ji bo paşeroj û başbûna partiyê, divê kongreya awarte herî dereng di nava 45 rojan de were lidarxistin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bi vê yekê nêrîna xwe ji raya giştî re radigihînin ku, ji bo başî û paşeroja partiya me, divê kongreya me ya awarte herî dereng di nav 45 rojan de were lidarxistin."