Serokê Weqfa Furqanê Alparslan Kuytul hat girtin
RûpelNews - Li Tirkiyeyê polêsan li 6 bajaran di 19ê Tebaxê de, bi tohmeta damezrandin û birêvebirina rêxistineke sûcdar, endamtiya rêxistineke sûcdar û spîkirina pereyan di heman demê de operasyon pêk anîn û malên Serokê Weqfa Furqan Alparslan Kuytul û gelek kesên din dorpêç kirin.
Piştî lêgerînên li malan, 56 kes, di nav de Alparslan Kuytul û jina wî Semra Kuytul, bi tohmên damezrandin û birêvebirina rêxistineke sûc, endamtiya rêxistineke sûc, spîkirina dahatên ji sûc, sextekariya giran, sextekirina belgeyên fermî û binpêkirina Qanûna Rêbaza Bacê, hatin binçavkirin.
Ji gumanbarên ku ji Dadgeha Sulhê re hatin şandin derbarê 44 kesan de biryara girtinê hatin dayîn ku tê da Alparslan Kuytul û jina wî Semra Kuytul jî heye.
Derbarê 9 gumanbaran de hat xwestin ku bi şerta adlî werin berdan.