TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serokê Partiya Pêserojê îro serdana Diyarbekirê dike

📅 11 hezîran 2022 14:02

PeyamaKurd – Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu serdana Diyarbekirê dike.

Li gor zanyariyan, wê Ahmet Davutoglu di çarçoveya serdana xwe de 2 rojan li Diyarbekirê bimîne.

Herwiha Davutoglu di çaçoveya serdana xwe de destpêkê serdana navçeya Erxenî dike, piştre jî serdana esnaf û dikandarên Diyarbekirê dike.

Hat ragihandin, Serokê Partiya Pêşerojê heman rojê ligel nûnerên saziyên civaka sivîl li otelekê dicive û beşdarî komxebateke derbarê pirsa Kurd dibe. Komxebat di saet 17.00 destpê dike.

Davutoglu 12ê Hezîranê jî wê bi rojnamevanên parêzgeha Diyarbekirê re bicive. 

Parve bike: