Serokê Parlamentoya Îranê Qalîbaf li Bexdayê ye
RûpelNews - Hat ragihandin ku Qalîbaf li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ji aliyê rayedarên Iraqî ve hat pêşwazîkirin.
Hate ragihandin ku Qalîbaf dê îro bi serokatiya Iraqê re hevdîtinên cuda li dar bixe û ku di danûstandinên bi Çarçoveya Hevrêziyê re dê gelek mijarên sereke werin gotûbêjkirin, ku di serê wan de bêçekkirina komên çekdar heye.
Di serdana cihê ku Sûleymanî û Muhendîs lê hatin kuştin bike
Peyamnêrê K24ê Dîla Barzan ragihand ku Qalîbaf dê li wî cihî axaftinekê bike ku li wir di sala 2020an de di êrîşeke hewayî ya Amerîkayê de, fermandarê Hêzên Qudsê yên Sûpaya Pasdaran Qasim Sûleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs ku yek ji fermandarên Hêzên Tevgera Gel a (Heşd eş-Şebî) li Iraqê, hatibûn kuştin.
Lêbelê, daxuyaniyên fermî yên Îranê diyar kirin ku serdan bi mebesta xurtkirina têkiliyên dualî bi Iraqê re, zêdekirina ewlehiya sînorî û îmzekirina hejmarek peymanan hatiye kirin.