TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serokê esîra Semer Deham Elhadî li Hewlêrê koça dawî kir

📅 10 mijdar 2022 21:53

PeyamaKurd – Serokê eşîra Şemer a erebên Sûriyê Şêx Himêdî Deham Elhadî îro 10ê Mijdara 2022yan koç dawî kir.

Şêx Deham Elhadî serokê eşîra Şemeran a Ereb li Sûriyê bû û sala 2014an wek serokê hevbeş di nav Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ya herêma Cizîrê de cî girtibû.

Hat ragihandin ku Şêx Himêdî Deham Elhadî, îro 10ê Mijdarê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ku lê dihat tedawîkirin wefat kiriye.

Parve bike: