Tirkiye
Serokê CHP: Em piştgiriyê didin jiyaneke wekhev a Kurdan
Serokê CHPê Ozgur Ozel, pêvajoya derbarê pirsgirêka Kurd de wekî "berpirsiyariyeke dîrokî" bi nav kir û got, "Em amade ne ku her pirsgirêkê çareser bikin."
RûpelNews - Serokê CHPê Ozgur Ozel li Enqereyê di parlamentoya Tirkiyeyê de di civîna koma partiya xwe de li ser mijarên rojeva axivî.
Ozel diyar kir ku partiya wî CHP dê di pêvajoya heyî ya çareserkirina pirsgirêka Kurd de heman helwestê dê nîşan bide û ew amade ne hemû kêşeyan çareser bikin.
Ozel li ser pirsgirêka Kurd û proseya aştiyê wiha aixivî: "Tirkiyeyeke ji terorê azad, danîna çekan ji aliyê PKK'ê ve, gavên ber bi demokratîkîbûnê ve, û beşên 6 û 7'an ên rapora ku me bi hev re îmze kiriye; ev mijar ne qada pêşbaziyê ye, nikare bibe qada dijminatiyê, û em wê wek qada opozîsyonê jî nabînin. Ev mijar ji bo me hemûyan qadeke berpirsiyariyê ya dîrokî ye."