TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Serokê Amerîkayê: Em ê Îranê azad bikin

📅 04 mijdar 2022 14:31

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di civîneke alîgirên xwe de di derbarê Îranê de axivî û diyar kir: “Em ê Îranê azad bikin.”

Li gor zanyariyan, Biden piştî ku alîgirên wî derbarê rewşa Îranê de daxwaz ji wî kirin helwesta xwe nîşan bide ev axavtin kir.

Li eyaleta New Mexico Serokê Amerîkayê Joe Biden di çarçoveya kampanyayên ji bo hilbijartinên Amerîkayê de, dema beşek ji alîgirên wî telefonên di destê xwe de bilind kiribûn û li ser nivîsa Free Iran ango Îrana Azad hatibû nivîsandin de diyar kir: “Xem nekin, em ê Îranê azad bikin. Ew ê di demeke nêz de xwe rizgar bikin.”

Parve bike: