Cîhan
Serok Mesûd Barzanî: Em xwe natewînin
PeyamaKurd - Îro li ser salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an de, Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Îngilîzî peyamek belav kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em xwe natewînin”, weke amajeyek ji bo îradeya gihiştina hêviyên neteweya Kurd.
“Em xwe natewînin” yek ji gotinên herî diyar ên di şerê Pirdê de bû li dijî çekdarên Heşda Şei'bî ku Pêşmergeyekî ji bo hevalên xwe ev gotin bi kar anî û ji wan daxwwaz kir ku rûbirûyî çekdarên Heşda Şei'bî û êrîşên wan ên li ser Pêşmerge bibin û gotibû: “Xwe netewînîn.”
Çar sal berê, di rojeke weke îro de proseya dengdanê ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve çû.
<>We do not bow down. pic.twitter.com/BqCxpHwr2n
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) September 25, 2020