TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok çû cepheya serê Kerkûkê

📅 16 hezîran 2018 22:12

PeyamaKurd - Serok Barzanî di roja duduyê eydê de çû serdana baregeha li cepheya Pirdê û eydaniya hêzên Pêşmerge kir.   

Bi minasebata roja duduyê Cejna Remezanê Serok Mesûd Barzanî çû cepheya Pirdê serdana hêzên Pêşmerge kir. 

Di serdanê de Serok Barzanî li halên wan pirsî û bi boneya Cejna Remezanê pîrozbahiya xwe arasteyî yek bi yek pêşmergeyên qehreman û fermandarên hêzên peşmergeyên Kurdistanê kir. 

Serok Barzanî destxweşî û sipasiya Pêşmerge kir ku bi micadeleya xwe gel û axa Kurdistanê û ezameta niştîmanî parastiye.

Parve bike: