TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serok Barzanî: Zimanê dayikê bingeha hişyariya neteweyî ye

İhsan Yalın
Şef Editör
📅 21 sibat 2026 12:39
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de tekezî li girîngiya parastina zimanê kurdî di avakirina nasnameya neteweyî de kir.

RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya li ser hisabê Xê de bal kişand ser rola sereke ya zimanî ya di jiyana milet de û diyar kir ku zimanê dayîkê bingeha resenî, nasname, hişyarî û hevdengiya neteweyî ye.

Serok Barzanî di peyama xwe de girîngiya parastina zimên wekî "erkekî niştimanî" bi nav kir.

Her wiha Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de Roja Zimanê Dayîkê li hemû Kurdistaniyan pîroz kir.

Parve bike: