TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî xwest, PDK li nêzîk vedigere Kerkûkê

📅 23 hezîran 2019 12:19

PeyamaKurd - Hewldanên lijneya asayîkirina rewşa Kerkûkê, ku bi biryara Serok Barzanî pêkhatiye berdewam dikin.

Endamê lijneya asayîkirina rewşa Kerkûkê Şaxewan Ebdula ragihand ku hewldanên wegera PDKê di çarçoveya asayîkirina rewşa Kerkûkê de didomin û got, “Piştî asayîbûna rewşê jî, em dê ji bo bajar wegerin. Me ti demekê Kerkûk bi cih nehiştiye û tişta PDKê bo Kerkûkê kiriye, ti partiyeke din nekiriye.”

Ebdula ji Radyoya Newa re da xuyakirin ku heftiya borî, piştî civînên ligel berpirsên Iraqê li Bexdayê yên bi taybet li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê, guftûgo ber bi qonaxeke baş ve çûne û pêşbînî tê kirin di demeke nêzîk de encamên wê yên bi xêr hebin.

Ebdula got, “Wegera binkeyên PDKê beşeke ji wê pirsê ne û bi piştrastî ve piştî asayîbûna rewşê jî binkeyên PDKê bi awayekî layîq, wek berî 16ê cotmeha 2017an dê deriyê xwe ji endam û alîgirên PDKê re vekin û dê demek nêzîk de û pirsa îdare û dosyaya parêzger jî her çareser bibe.”

Şaxewan Ebdula li ser hilbijartina parêzgarê nû yê Kerkûkê jî diyar kir, “Ji bo me gelek girîng e kesek derveyî PDK û YNKê be, kesekî dilsoz be û têkelî gendeliyê nebûbe û zilm li xelkê nekiribe. Herwiha pêkhateyên din ên Kerkûkê jî jê razî bin, bibe parêzger.”

Parve bike: