Serok Barzanî sipasiya helwesta hevseng a Rûsya kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî sipasiya helwesta dostane û hevseng a Rûsya federal kir û balyozê Rûsya li Iraqê girîngîdana welatê xwe ji bo bihêztirkirina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê da xuyakirin.
Serok Barzanî û Balyozê Rûsya li Iraq li Hewlêrê civiyan û di civînê de, pêwendiyên di navbera herdu aliyan de û rewşa siyasî ya navçeyê û dawîn pêşhatên siyasî û rûbrûbûna terorê hatin behskirin.
Balyozê Rûsya li Iraq Maxim Maximov, silavên taybet ên wezîrê derve yê welatê xwe gihande Serok Barzanî û bal kişand ser pêwendiyên dîrokî di nav Rûsya û gelê Kurdistanê de û got: “Giringiyeke taybet a Herêma Kurdistan li cem Rûsya heye û em dixwazin berdewam kar li gel Herêma Kurdistanê bikin.”
Herwiha diyar kir, ku ew bi hêvî ne, pêwendiyên herdû aliyan bên pêşxistin û amadebûna kompaniyên Rûsî ji bo firehkirina pêwendiyên abûrî bi taybet di karta petrolê de, li gel Herêma Kurdistanê da xuyakirin.
Balyozê Rûsya herwiha spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li ser parastina mafê Xristiyanan û pêkhateyên olî û neteweyî yên din.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî sipasiya helwesta dostane û hevseng û riyalîzmî ya Rûsya federal kir, beramberî ew rewşa siyasî û astengiyên mezin ku di çend mehên derbasbûyî de, rastî Herêma Kurdistanê hatin.
Balyozê Rûsya li Iraqê, bi germî sipasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber ku parastina mafên kiristiyan û pêkhateyên din yên olî û netewî dikin.