TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî: Rêz û pêzanînên min ji bo cangorî û rola bilind a jinên Kurdistanê heye

📅 08 adar 2022 13:31

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kir û diyar kir: “Rêz û pêzanînên min ji bo cangorî û rola bilind a jinên Kurdistanê, ya di şoreş û xebata gelê me de heye.”

Serok Barzanî ji bo 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, li ser twitterê peyamek pîrozbahiyê pêşkêşî jinên Kurdistan û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de eşkere kir: “Bi helkefta heştê Adarê, pîrozbahiyê li jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Rêz û pêzanînên min ji bo cangorî û rola bilind a jinên Kurdistanê ya di şoreş û xebata gelê me de heye.”

Parve bike: