TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî pîrozbahî li Mîr Hazim Beg kir

📅 27 tîrmeh 2019 14:17

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li mîrê nû yê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Hazim Beg kir.

Serok Mesûd Barzanî bi minasebta dest bi karbûna mîrê nû yê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg peyamek belav kir û pîrozbahî li Mîr Hazim Beg kir.

Naveroka peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê êzîdiyan!

Silav û rêz,

Bi helkefta destnîşankirina we wek mîrê êzîdiyan, ez bi germî pîrozbahiyê li we û xûşk û birayên kurd yên êzîdî dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Kurdên êzîdî pêkhateyeka resen ya netewa kurd û gelê Kurdistanê ne û ez hêvîdar im hûn di erka xwe ya nû de bikarin bi baştirîn şêwaz xizmeta xûşk û birayên me yên êzîdî bikin, emê jî alîkar û piştevanên we bin.”

Parve bike: