TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî peyama Remezana pîroz da

📅 02 nîsan 2022 00:58

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema hatina meha Remezanê, peyamekî belav kir û Remezana misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz kir. Serok Barzanî got ku meha Remezanê bibe wesîla başî û bereketê û weha dewam kir:

“Bi navê Xwedayê rehman û bexşende,

Bi sedema hatina meha pîroz ya Remezanê, ez meha Remezanê li temamê misilmanên Kurdistanê, Iraq û dinyayê pîroz dikim. Ez dia dikim ku Xwedê limêj, rojî û diayên herkesî qebûl bike. Hatina meha Remezana pîroz ji bo herkesî xweşî û berekete bîne.”

Parve bike: