TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî pêswazî li Patriyarkê Dêra Kildanî Kardînal Lewîs Sako kir

📅 12 berfanbar 2021 16:37

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 12ê Kanûna 2021ê pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Lewîs Sako kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevîdîtina ku Metran Beşar Werde amade bû de, rewşa siyasî û dawî pêşhatên Iraqê hatin guftûgokirin û Patriyerkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê daxwaz kir ku Serok Barzanî rola xwe ji bo nêzîkkirina aliyên Iraqî û bicihbûna aramiyê li Iraqê bigire.

Di civînê de, rewşa Kirîstiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin û tekezî li kûrkirina çanda pêkvejiyan û birayetiyê di navbera pêkhateyan de hate kirin.

Parve bike: