TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî: PDK ne bi nakokî û kûrkirina qeyranan re ye

📅 02 tîrmeh 2022 17:28

PeyamaKurd - Piştî civîna îro 2yê Tîrmehê ya Serok Mesûd Barzanî bi Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û hat diyarkirin, di civînê de rewşa Iraqê ya siyasî û dawî guhartinên pêvajoya siyasî ya Iraqê hatine goftûgokirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Guhertinên siyasî û hevkêş her çawa bin, em xwedî dozeke rewa ne û divê pirsgirêk bi riya pabendbûna bi destûrê û liberçavkirina her sê perensîpên hevbeş, hevsengî û lihevkirinê bêne çareserkirin. Ev prensîp divê li ser karê hikûmeta bê û hemû komên siyasî reng vede.”

Serok Barzanî gotiyeî: “PDK ne bi nakokî û kûrkirina qeyranan re ye, lê belê girîng e mafên destûrê û rûmeta welatiyan bê parastin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Serok Barzanî ji bo baştirbûna erk û karê nûnerên PDKê li Encûmena Nûneran a Iraqê, şîret û ronîkirinên pêwîst pêşkêş kirin û tekezî li wê jî kir ku pêwîst e endamên firaksiyona PDKê li Encûmena Nûneran a Iraqê xwe xizmetkarên welatî û dengderan û berevankarên mafên gel bizanin û karên wan ji axaftinê zêdetir bin.”

Parve bike: