TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serok Barzanî Patrîkê nû yê Kildanan pîroz kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 13 nîsan 2026 12:31
Serok Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê ji bo Mar Paulos III Nona weşand ji bo hilbijartina wî wekî Patrîkê Kildanî yê nû.

RûpelNews - Di peyama xwe de, Serok Barzanî pîrozbahiyê li Patrîk Nona û hemû endamên Dêra Kildanî li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir, serkeftin jê re xwest û hêviya xwe anî ziman ku ev hilbijartin dê rihê biratî û tehamulê di navbera pêkhateyên Iraq û Kurdistanê de bêtir xurt bike.

Peyama Serok Barzanî wihaye;

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya hilbijartina Patrîkê nû yê Dêra Kildanî li cîhanê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî Patrîk Mar Paulosê Sêyem Nona û hemû bawermendên Dêra Keldanî li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim. Hêvîdar im ev hilbijartin bibe sedema kûrtirbûna ruhê hevrejiyan û lêborîna di navbera pêkhateyên Iraq û Kurdistanê de.

Herwiha, bi vê boneya pîroz, em careke din piştgiriya xwe ji bo maf û daxwazên xûşk û birayên Krîstiyan û hemû pêkhateyên din ên olî yên Iraq û Kurdistanê dûbare dikin. Û bi piştrastiyê ve Kurdistan, wek herdem, parêzvanê çanda hevrejiyan, birayetî û yekîtiya di navbera hemû pêkhatan dimîne."

Parve bike: