TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî pêswaziya Muhammed Helbusî kir

📅 08 adar 2024 09:53

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Takadum Mihemed Helbûsî li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê gotûbêj kirin.

Îro 07.03.2024 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Takadûm Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Barzanî, di hevdîtinê de Barzanî û Helbûsî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî de nêrînên xwe anîn ziman.

Herwiha tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê aliyên siyasî yên Iraqê, ji bo dabînkirina aramiya siyasî û baştirkirina karê saziyên dewletê, rêzê li destûrê bigirin.

Parve bike: