Serok Barzanî ji McGurk xwest Kurdên Sûriyê…
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Kanûnê li Pîrmamê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk û şanda ligel wî re civiya. Hat ragihandin, di civînê de Serok Barzanî digel şîret û pêşniyarên bo rewşa Kurdên Sûriyê, ji şanda Amerîkî daxwaza çareserkirina arîşeyan kir.
Herwiha hat diyarkirin ku Serok Barzanî di hevdîtinê de, fikarên xwe yên li hember rewşa gelê Kurd li Sûriyê anî ziman û digel şîret û pêşniyarên xwe daxwaz kir ku ji bo nehîştina metirsiyên li ser gelê Kurd û çareserkirina arîşeyan hewil bidin.
Di beşeke din a hevdîtinê de Barzanî û şanda Amerîkî behsa rewşa Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin. Li gor daxuyaniyê behsa serdana Barzanî ya Bexdayê û serdana Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka bo Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de hat kirin.