TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî ji bo sehîd Fermandar Gerdî peyamek belav kir

📅 13 gulan 2019 19:04

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî Amîd Îskender Reşîd Gerdî ku 9ê Gulanê dema rahênan û perwerdeya leşkerî di encama teqîna hewanekê de birîndar bûbû û doh jî li nexweşxaneyeke Urdinê şehîd bibû peyameke serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê li malbat û kesukar û dost û naskiriyên şehîd Amîd Eskender dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.”

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi şehîdbûna Amîd Eskender Reşîd Gerdî Fermandeyê Lîwaya Sê ya Komandoya Zêrevanî ya li rûdanekî diltezîn li erkê meşq û rahênana Pêşmergeyan de, gelek pê dilteng û xemgîn bûm. Amîd Eskender Pêşmergeyekî qehreman û çavnetirs bû. Ez bi xwe şahidê qehremaniya Şehîd Eskender bûm di demên gelek teng da û ji destdana wî cihê daxêye û ziyaneke mezine ji bo me hemûyan.

Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê li malbat û kesukar û dost û naskiriyên şehîd Amîd Eskender dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
13.05.2019

Fermandarê Pêşmerge Îskender Gerdî li Urdinê şehîd bû

Parve bike: