Serok Barzanî gihîst Amman a paytexta Urdunê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser vexwendina Qralê Urdunê Abdullah gihîşt paytexta Urdunê Emmanê.
Dê Serok Barzanî li Urdunê beşdarî Korbenda Aborî ya Derya Mirî bibe.
Serok Barzanî li Balafirxaneya Navdewletiya Emmanê ji aliyê Şahzade Fêysel bin Hisên birayê Şahê Urdinê ve hate pêşwazîkirin.
Li Balafirxaneya Navdewletiya Emmanê û li Salona Pêşwaziya Balafirxaneyê, ji bo pêşwaziya li serok Barzanî tenê Ala Kurdistanê û Urdinê hatiye danîn.
Serok Barzanî herî dawî di 27ê Kanûna 2019an de li ser vexwandina Şahê Urdinê serdana wî welatî kiribû û bi Şah Ebdullahê Duyem re civiyabû.