Serok Barzanî: Fedakariya jinên Kurdistanê nayê jibîrkirin
RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê de bi boneyê 8ê Adarê peyamek belav kir û Roja Jinan a hemû jinên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê pîroz kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola jinên Kurdistanê ya di tekoşîna civakî û neteweyî de.
“Bûne beşek bingehîn ji tekoşînê”
Serok diyar kir ku wî hurmeteke mezin ji fedakariyên jinên kurd û Kurdistanê re heye û got ku jin her dem di tekoşîn û berxwedana gelê de cihê girîng girtine.
Wî tekez kir ku jin barê şoreş û fedakariyê li ser milên xwe hildan.
Serkeftin ji bo jinên Kurdistanî
Serok Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de ji bo hemû jinên Kurdistanî bextewarî, rûmet û serkeftin xwest.
بەبۆنەی هەشتی مارس ڕۆژی جیهانیی ئافرەتان، پیرۆزبایی لە ئافرەتانی کوردستان و عێراق و جیهان دەکەم.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) March 8, 2026
پێزانینم بۆ ڕۆڵ و قوربانیدانی ئافرەتانی کوردستان هەیە کە هەمیشە بەشێکی سەرەکیی لە خەبات و کۆڵنەدانی گەلەکەمان بوونە و قورسایی شۆڕش و قوربانیدان لەسەر شانی ئەوان بووە. لەم بۆنەیەدا…