TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serok Barzanî: Da ku xelk hêrs nebe me dengê xwe nedikirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 29 adar 2026 11:34
Serok Mesûd Barzanî di peyameke de li ser êrişên berdewam ên komên çekdar ên nêzîkî Îranê li Herêma Kurdistanê axivî û ragihand ku ji destpêka şerê Îranê ve gelek caran êriş hatine kirin, di nav wan de jî baregeha Barzanî hatine armanc kirin.

RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî li ser êrişên berdewam ên komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
Barzanî di peyama xwe de ragihand, ji destpêkirina şerî ve heta niha  5 caran  êriş li baregeha Barzanî hatiye kirin û wuha domand: ''Lê me dengê xwe nekir da ku di nav xelkê de dilgiranî û hêrs çênebe."

Serok Barzanî diyar kir, ji destpêka şerê li Îranê ve 450 caran bi dron û mûşekan êriş li ser Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan hatiye kirin. Di nav wan êrişan de 5 caran Baregeha Barzanî hatiye armanckirin.

Her wiha doh jî li Dihokê bi dronan êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin.

“Ev yek bi şermezarkirin çareser nabe”

Serok Barzanî li ser van êrişên berdewam got, “Ev yek bi şermezarkirin û telefonan çareser nabe.” Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji pirsgirêk, alozî û şerên li herêmê û da zanîn: “Lê mixabin komek kes hene, bêyî ku kes rê li ber wan bigire, bala wan a sereke ew e ku dê çawa û bi çi rêyê dijberiya Herêma Kurdistanê bikin.”

Banga li rayedarên Îraqê

Serok Barzanî peyameke zelal da rayedarên Îraqê û êrişên li Herêma Kurdistanê wekî “şerfiroşiyeke eşkere û zilmeke mezin” bi nav kir û wiha axivî: “Ev yek bi şermezarkirin, telefon, peyam û komîteyan çareser nabe. Yan divê eşkere bikin ku ne di şiyana wan de ye rê li ber wan komên derveyî qanûnê bigirin yan jî divê cidî bikevin dewrê, dewletê û Herêma Kurdistanê biparêzin û tedbîrên ciddî wergirin.”

Îradeya gelê kurd nayê şikestin

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de dilniyayî da xelkê û got: “Gelê Kurdistanê bi îradeyeke ji pola, peyama xwe ya aştiyane û doza xwe ya rewa diparêze. Ti gef, êriş û dijminan nekariye û nikare wê îradeyê bişikîne.”

Parve bike: