TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serok Barzanî: Cejna Qiyamê li Mesihiyan pîroz be

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 nîsan 2026 22:50
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Qiyamê, peyameke pîrozbahiyê ji bo Xiristiyanên Îraq, cîhan û Kurdistanê belav kir.

RûpelNews -

Serok Mesûd Barzanî peyameke xwepîrozbahiyê arasteyî li Mesihiyan kir û got: "Ez bi helkefta hatina Cejna Qiyamê ya Hezretî Mesîh pîrozbahiyê li hemû xwiş û brayên me yên Xiristiyanên li Iraq, Kurdistan û cîhanê dikim."

Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya xurtbûna pêwendiyên di navbera pêkhateyan de û wiha got: "Hêvîdar im ev cejn bibe wesîleya xurtbûna biratiyê da ku Xiristiyan û hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên li Îraq û herêmê di nav aştî û aramiyê de bijîn."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de ji bo Xiristiyanan hêviya xêr û xweşiyê xwest û got:

"Cejna we pîroz be û her di nav xêr û xweşiyê de bimînin."

Parve bike: