TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî cejna Êzîdiyan pîroz kir

📅 13 berfanbar 2018 23:31

PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî cejna rojiya êzîdiyan pîroz kir û got: “Ez hêvî dikim ku ev cejn bibe destpêka hûzûr û aramiya birayên me yên Êzîdî.”

Barzanî behsa komkujiya êzîdiyan kir û wan bibîranî. Barzanî got ku Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye lewra herkes bi vê yekê bextewere û weha dewam kir:

“Çanda biratî û pêkvejiyanê divê bi hewla hemû aliyan bê pêşxistin. Ez cejna we pîroz dikim û dixwazim cejnên we di xweşî, aştîyê de derbas bibin.”

Parve bike: