TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî bo sanda Parlamenê: Destûra nû bikin karê sereke

📅 28 tebax 2019 17:49

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi Seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê û herya Cîgirên Seroka Parlemena Kurdistanê ud civiya.

Di civînê de rewşa siyasî û guhertinên dawî û pêşhateyên li ser ast a Kurdistan, Iraq û navçeyê hatin nirxandin.

Di vê civînê de, Serok Barzanî piştevaniya xwe ya tevayî ji bo Desteya Serokayetiya Nû ya Parlemen li çavdêrîkirina karûbarê Hikûmetê dûpat kir û ev e jî, xiste rû, ku pêwîst e Parlemena Nû kar ji bo berdewamî û bihêztirkirin a bingehên pêkvejiyana olî û neteweyî û desteberkirina yekrêziya niştîmanî ya li Herêma Kurdistanê bike û proseya çaksazî û herwiha amadekariyên ji bo nivîsîna Destûrek hevdem ji bo Herêma Kurdistanê bike karek xwe yê sereke.

Serok Barzanî di wê hevdîtinê de ronahî xist ser prensîbên hevkarî û hemahengiya di navbeyna desthilatan de û zêdetir xizmetkirina xelk û bihêzkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî bal kişand ser girîngiya damezraweya Parlemenê û tekezî li wê yekê kir, ku Desteya Serokayetiyê milkê tu partî û aliyek nîn e, milkê gelê Kurdistanê ye.

Parve bike: