TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî bi sanda Partiya Dawaya Îslamî ya Iraqê re civiya

📅 20 gulan 2024 17:22

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro duşemê 20ê Gulanê pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Dawayê ya Îslamî - Rêxistina Iraqê ya bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê partiyê Dr. Xalid Esedî kir.

Di civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêdivîya çareserkirina kêşeyan û bicihanîna tebayî û îstiqrarê bi hev guhertin.

Di wê hevdîtinê de, behsa hevahengiya navbera aliyan ji bo derbaskirina gef û hevrikiyan û pêdiviya çêkirina pêwendiyan û gihîştina hevtêgihiştina  navbera pêkhat û aliyên Iraqî hate kirin.

Parve bike: