TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî bi pêwendiyeke telefonî sersaxî da malbata Kwêxa Brahîm Dîlmanî

📅 11 tîrmeh 2021 21:36

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî sersaxî da malbata hevçeperê Barzaniyê nemir û dostê xwe yê qedîm û xwedanê medalya Barzanî, Kwêxa Brahîm Dîlmanî.

Xebatkarê niştîmanperwer, hevçeperê Barzaniyê nemir û dostê nêzîk û qedîm yê Serok Barzanî, Kwêxa Brahîm Dîlmanî doh 10ê Tîrmehê li Hewlêrê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Serok Barzanî bi pêwendiyeke telefonî ya ligel kurê wî mirovê mezin, sersaxî da malbata Kwêxa Brahîm Dîlmanî.

Serok Barzanî xemgîniya xwe anî ziman û ji Xwedê xwest rehmetiyê Brahîm Dîlmanî bi behişta berhîn şa bike û sebr û hedarê jî bide malbata wî.

Kwêxa Brahîm Dîlmanî xelkê gundê Dîlman li devera Balekayetî ya Herêma Krudistanê bû.

Parve bike: