TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî bi Marsal Sammy Sampson re civiya

📅 24 mijdar 2023 11:35

PeyamaKurd – Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Mezin ê Bergiriyê yê Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û şanda pê re ya serbazî kir.

Li gor zanyariyan, Serok Mesûd Barzanî do li Pîrmamê pêşwaziya Şêwirmendê Mezin ê Bergiriyê yê Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Marşal Sammy Sampson û şanda pê re kir.

Baregeha Barzanî ragihandiye, di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û deverê û dawî pêşhatên ewlehiyê li ser asta Iraqê û deverê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di wê hevdîtinê de, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hevahengiya navbera Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêza Hevpeymanan û artêşa Iraqê jî hatin axaftin. Şanda mêvan tekezî li ser berdewamiya piştevanî û hevahengiya navbera Hêzên Hevpeymanan û Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê kir.

 
Parve bike: