Cîhan
Serok Barzanî bi mamosteyê Zanîngeha Tehranê Sadeq Zîba Kelam re civiya
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 21ê Hezîranê roja Sêşemê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li akademîsyenê îranî Sadeq Zîba Kalam kir.
Serok Mesûd Barzanî, li Selahedînê pêşwazî li lêkolîner, nivîskar û mamostayê îranî yê zanîngeha Tehranê Sadeq Zîba Kelam kir ku di hevdîtinê de pêşhatên herêmê û cîhanê gotûbêj kirin.
Herwiha di hevdîtinê de, Serok Barzanî û Sadeq Zîba Kelam li ser pêşhatên siyasî yên li herêmê û cîhanê nêrîn û ramanên xwe bi hev re parve kirin.