TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî bi Fraksiyona PDKê re dicive

📅 02 tîrmeh 2022 11:03

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro di derbarê geşedanên herî dawî yên Iraqê de, bi Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dicive.

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî diyar kir: “Biryar e îro beriya nîvro Serok Barzanî ligel Fraksiyona PDKê bicive.”

Hat raihandin ku di civînê de li ser helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmetê, gotûbêj were kirin.

Parve bike: