TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî: Bê cudahî xizmeta hemû pêkhatiyan bikin

📅 21 sibat 2021 10:24

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî peywendiyeke telefonî ligel pargarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pêk anî û ji bo destbikarbûna wî pîrozbahî lê kir û serkeftin jê re xwest.

Parêzgariya Hewlêrê ragihand, Serok Mesûd Barzanî peywendiyeke telefonî ligel parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav pêk aniye û daxwaz jê kiriye bi awayekî baş xizmeta hemû şênî û pêkhateyên ciyawaz ê parêzgeha Hewlêrê bike, bi taybet jî ji bo xelkê hejar û kêm derfet.

Herwiha parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav jî spasiya Serok Barzanî kiriye û eşkere kiriye ew dê bi hemû şêweyek kar bike û her di jêr xizmeta hemwelatiyan û sînorê pêşxistina paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê de be.

Parve bike: