Sernivîsa The Timesê: 'Siltan Erdogan di tengasîyê da ye’
PeyamaKurd – Rojnameya The Timesê bi hûrgilî cih da hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê. Rojnameyê encamên hilbijartin şîrove kirin û got, Serokkomarê tirk Recep Tayyip Erdogan bi van hilbijartinan jî fam kir ku hêza wî sînordar e.
Di nûçeya rojnameyê da dihê nîşandan ku, ‘hilbijêran ji ber rewşa nebaş a aborîyê Erdogan ciza kir’ û lewra encamên hilbijartina wekî wî dixwest bi encam nebûn.
Rojname dibêje, heye ku ev ferqa di navbera Erdogan û opozîsyonê zêde bibe û bawerî ew e ku “îhtimal e ku vê mehê serokwezîrê berê Ahmet Davutogluyê ku ji alîyê Erdoganî ve hatibû dûrxistin partyeke nû damezirîne.”
‘PIŞTGIRÎYA ERDOGAN KÊM DIBE’
“Her ku şert û merc ber bi xirabîyê ve diçin, partîya Erdogan AKP piştgirîya teknokratîk a hilbijêran winda kir.”
“Hikûmeta Erdogan ji ber qyrana aborîyê dibe ku biçe Fona Pereyan a Navnetewî (IMF). Gelo Erdogan hay jê heye bê aborî çiqas ber bi xirabîyê ve diçe û her ku diçe piştgirîya bo wî kêm dibe.”
‘SILTAN DI TENGASÎYÊ DA YE’
Di nivîsa ku sernavê wê ‘Siltan di tengasîyê da ye’ dihê destnîşan kirin ku, divê serokomarê tirk dijberên sîyasî berde û aborîyê baş bike. Her ku diçe aborî têk diçe, bihayên kel û pelên xwarinê zêde dibe û dijberên li dijî hikûmetê ya bi awayekî dihên bêdengkirin ya jî dihên girtin.”
“Di 5 salên dawîyê da, Erdogan desthilata xwe ya şexsî pêkanî, çalakîyên ku dihên kirin pêpez kirin, gelek fermanber û kesên di artêşê da atin tasfîyekirin, pîyase hatin tev li hev kirin.”
'NEPOTIZM Û MUDAXELEYÊN ERDOGAN NE RAST IN'
Beşeke din a wê nivîsê balê dikşîne ser mudaxeleyên Erdoganê ên aborîyê, “nepotizm û mudaxeleyên Erdogan ên li ser Banka Navendî ne rast in û tu carî jî nehatin pejirandin.”