TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serkirdeyê YNKê Seîdî Pîre serdana Serokwezîr Barzanî kir

📅 30 tîrmeh 2019 19:19

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Endamê Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seîdî Ehmed Pîre û şanda ligel wî kir.

Seîdî Ehmed Pîre li ser navê (YNK) di serdana xwe ya îro de, pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya YNKê bo kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbirî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji aliyê xwe ve spasiya şanda mêvan a YNKê kir û da zanîn ku hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hikûmeta xelkê Herêma Kurdistanê ye û dê beyî ti ciyawaziyan xizmetguzariyê bo xelkê Herêma Kurdistanê bike.

Barzanî di civînê de got ku pêwîste partiyên siyasî jî alîkariya hikûmetê bikin daku hikûmet karibe karnameya xwe bicih werîne.

Parve bike: