Rojhilata Navîn
Serfermandarê Artêşa Amerîkayê dev ji karê xwe berda
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku General Randy A. George, Fermandarê 41emîn ê Artêşê, bi awayekî tavilê dev ji karê xwe berda.
RûpelNews - Pentagonê, bi daxuyaniyeke kurt teqez kir ku biryara destjikarberdana General Randy A. George, kete meriyetê.
Di faxuyanita Pentagonê de wiha hat gotin, hat gotin, “General Randy A. George dê ji wezîfeya xwe ya wekî Fermandarê 41emîn ê Artêşê teqawid bibe. Wezareta Şer ji General George re ji bo dehsalan xizmeta wî ya ji bo neteweya me spasdar e. Em di teqawidbûnê de jê re serkeftinê dixwazin."
Li gorî zanyariyan, li Washingtonê tê îdîakirin ku dijberiya General George li hember egera "operasyoneke bejayî" ya li dijî Îranê li pişt vê çûyîna ji nişka ve ye.
Demek kurt berî vê yekê, Joe Kent, Rêvebirê Navenda Neteweyî ya Dijî Terorê, jî ji ber rexnekirina siyaseta rêveberiyê ya li dijî Îranê îstifa kir.