Şerê Îran-Amerîka-Îsraîl û pêvajoya agirbestê: Hemû hûrgiliyên geşedanên dawî…
RûpelNews - Şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) Îsraîl û Îranê 40 rojan dewam kir. Lê piştî hewlên hêzên navdewletî bo dema 15 rojan agirbest ragihandin. Lê hê jî agirê li dora agirbestê ne vemiriye.
Xameneyî: Em ê tolê hilînin
Rêberê Olî yê Îranê Mucteba Xameneyî got, "Îran li şer nagere, lê em ê dev ji mafên xwe bernedin," û tekez kir ku dê tolê ji êrîşên li dijî Îranê were hilînîn. Wî lê zêde kir, "Em bi biryar in ku tola rêberê xwe, Elî Xameneyî, û şehîdên xwe hilînin."
Banga "derkevin kolanan"
Xameneyî ji gelê Îranê re got ku divê ew derketina xwe ya kolanan bidomînin, û tekez kir ku ev yek dê bandorê li encama danûstandinan bike. Wî got, "Em li hemû eniyên berxwedanê wekî yekîtiyeke yekgirtî dinêrin." Wî diyar kir ku ew ê di operasyona Tengava Hurmûzê de derbasî qonaxeke nû bibin.
“Êrîşên li ser Lubnanê binpêkirineke eşkere ya agirbestê ne”
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî peyamek li ser Xê parve kir. Pezekşiyan êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê wekî "pêşîlêgirtineke eşkere ya peymana agirbestê û nîşaneke xeternak a egera pabendnebûn û xapandinê" bi nav kir û got ku berdewamiya şer dê danûstandinan bêwate bike. Serokomarê Îranê got: "Em ê hişyar bimînin, û Îran dê tu carî birayên xwe yên Lubnanî terk neke."
Trump ji Îranê re: Ji keştiyên ku di Tengava Hurmozê re derbas dibin xerc nestînin
Di heman demê de, Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir, "Ez hêvî dikim ku Îran ji tankerên ku di Tengava Hurmozê re derbas dibin xerc nestîne. Eger wisa be, divê ew vê neke û raweste." Trump got ku dê di demek nêz de, bi alîkariya Îranê be yan nebe, herikîna petrolê dest pê bike.
Trump daxuyaniyeke duyem da
Paşê di heman rojê de, Serokê DYAyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nû da û got, "Îran di destûrdana derbasbûna petrolê re ji Tengava Hurmuzê karekî pir xirab dike. Hinek dibe ku jê re bêrûmetî jî bibêjin. Ev ne ew peyman e ku me çêkiribû."
Netanyahu: Min fermana destpêkirina danûstandinên bi Lubnanê re da
Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahu got ku wî fermana destpêkirina danûstandinên rasterast bi Lubnanê re di zûtirîn dem de daye. Netanyahu diyar kir, "Danûstandin dê li ser bêçekkirina Hizbulahê û avakirina têkiliyên aştiyane di navbera Îsraîl û Lubnanê de bisekinin."
Li gorî nûçeyeke dezgeha medyayê ya Amerîkî Axîos, danûstandinên rasterast di navbera Îsraîl û Lubnanê de dê hefteya bê dest pê bikin. Civîna yekem dê li Wezareta Derve ya DYAyê li Washingtonê pêk were.
Berpirsekî payebilind ê Lubnanî got ku her çend danûstandinên pêşerojê dê li gorî heman modela agirbestê ya Îran-DYAyê ya ku ji aliyê Pakistanê ve hatibû navbeynkarîkirin bişopin jî, dê rêyeke cuda were girtin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyeke payebilind a Îranê ve ji ajansa nûçeyan a TASSê re hatine dayîn, Îran dê di çarçoveya peymana agirbestê de rê bide ku her roj herî zêde 15 keştiyên derbasî Tengava Hurmûzê bibin.
"Divê DYA êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê rawestîne"
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku şandeyeke Îranî dê beşdarî danûstandinên ku hatine plankirin li Îslamabadê, paytexta Pakistanê, bibin. Cîgirê Wezîrê Îranî her wiha diyar kir ku divê DYA êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê rawestîne, ku divê her aştiyeke li herêmê Lubnanê jî li xwe bigire, û ku saetên pêş de krîtîk in.
Cîgirê Wezîrê Îranî got ku Îran amadekarî dikir ku bersivê bide binpêkirina agirbestê ya şeva 8ê Nîsanê, lê Pakistanê destwerdan kir.
Banga Trump ji bo NATOyê
Hin dîplomatan ku ji Reutersê re axivîn gotin ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte endamên saziyê agahdar kiriye ku Serokê DYAyê Donald Trump ji endamên NATOyê xwestiye ku di nava çend rojên pêş de sozên berbiçav bidin ji bo piştgiriya ewlehiya li Tengava Hurmuzê.
Helwesta Almanyayê
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz got ku wî telefonî Serokê DYAyê Trump kiriye û jê xwestiye ku ew danûstandinên bi Îranê re ji nû ve bide destpêkirin. Merz diyar kir ku wan ji nû ve danûstandinên rasterast bi Tehranê re dane destpêkirin, û lê zêde kir ku ew naxwaze NATO parçe bibe û NATO wek garantorê ewlehiya li Ewrûpayê dimîne.
Berdevkekî NATOyê jî daxuyaniyek da û got ku DYA ji bo misogerkirina azadiya deryayî li Tengava Hurmuzê, li benda soz û kiryarên berbiçav e.
Daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê NATOyê Rutte
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte di serdana xwe ya ji bo DYAyê de axivî. Wî got ku NATO ne hevalbendiyeke yekalî ye.
Rutte da xuyakirin ku hin hevalbendan di pêşkêşkirina piştgiriya lojîstîkî û ya din a ku DYA di derbarê Îranê de hewce dikir, dereng ketine. Wî diyar kir, "Niha, hema hema hemû hevalbend daxwazên DYAyê pêk tînin."
Rutte her wiha behsa hevdîtina xwe ya bi Serokê DYAyê Donald Trump re jî kir. Wî got ku wî ev peyam gihandiye Trump ku "Ewrûpî tiştê ku ji wan tê xwestin dikin". Rutte lê zêde kir ku ji bo cîhanê mizgînî ye ku Îran xwedî çekên atomî nîne.
Rexne û aciziya Îspanyayê
Wezîrê Derve yê Îspanyayê, Jose Manuel Albares, Îsraîl bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî û agirbestiya du-hefteyî ya ku nû li Rojhilata Navîn hatibû qebûlkirin, bi rêya êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Lubnanê tawanbar kir. Albares di axaftina xwe ya li parlamenê de got, "Me dît ku Îsraîlê bi avêtina bi sedan bombeyên li ser Lubnanê, agirbest paşguh kir û hiqûqa navneteweyî binpê kir," û ragihand ku ew ê balyozxaneya xwe ya li Tehranê ji nû ve veke bi hêviya misogerkirina aştiyê li herêmê.
Îran ji bo aştiyeke mayînde bi fikar e
Îranê diyar kir ku heta êrîşên Îsraîlê berdewam dikin, danûstandinên bi DYE re yên derbarê peymaneke aştiyê ya mayînde de dê "bêaqilane" bin. Hişyariya ku ji aliyê Serokê Meclîsa Îranê û danûstandinvanê sereke yê muhtemel, Mihemed Qalîbaf ve hat dayîn, bû sedema şîroveyan ku dibe ku bêîstiqrariya li herêmê bidome.
Qalîbaf, destnîşan kir ku Îsraîlê bi giranîkirina êrîşên xwe yên li dijî Hizbulahê, ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin, gelek şertên agirbestê binpê kiriye, û her wiha DYAyê jî bi israra xwe ya ku Îran dev ji daxwazên xwe yên navokî berde, peyman binpê kiriye. Wî got, "Di rewşeke wiha de, agirbesta dualî an jî danûstandin dê bêaqilane bin."
Digel ku alî ji bo danûstandinên aştiyê yên ku tê payîn roja Şemiyê 11ê Nîsanê li Pakistanê dest pê bikin, rojeva cuda datînin ber xwe, nezelalî berdewam dike ka gelo agirbestiya du hefteyî dê heta wê demê bidome.
Îsraîl û DYAyê diyar kirine ku agirbestiya du hefteyî Lûbnanê nagire nav xwe, û Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamîn Netanyahu jî gotiye ku êrîşên li ser Lûbnanê dê berdewam bikin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Îranê ve hatine parvekirin, 10 xalên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine qebûlkirin ev in:
• Pabendbûna êrişnekirinê
• Berdewamiya kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmuzê
• Qebûlkirina dewlemendkirina uranyûmê
• Rakirin hemû cezayên sereke
• Rakirin hemû cezayên duyemîn
• Rakirin û bidawîkirina biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî
• Rakirin û bidawîkirina biryarên Lijneya Rêveber
• Qerebûkirina hemî zirar û ziyana Îranê
• Vekişîna hêzên şer ên Amerîkayê ji herêmê
• Bidawîkirina dijminatiyê li ser hemû eniyan, tevî yên li dijî Hizbulahê
Îran: Ji agirbestê û vir ve êrîş li dijî tu welatekî nehatiye kirin
Di heman demê de, Supaya Pasdaran ragihand ku ji dema ragihandina agirbesta bi DYEyê re, ji aliyê hêzên Îranê ve gule li dijî tu welatekî nehatiye reşandin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, IRNA, daxuyaniyeke nivîskî ya ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve li ser mijarê hatibû weşandin, belav kir. Di daxuyaniyê de, ku amaje bi nûçeyên êrîşên bi dronên kamîkaze û mûşekan li ser binkeyên li hin welatên li peravên başûrê Tengava Basrayê hat kirin, wiha hat gotin: "Hêzên Çekdar ên Îranê ji destpêka agirbestê ve bi ti awayî êrîşî tu welatekî nekirine. Heger ev agahî rast bin, ev kiryar bêguman karê dijminê Siyonîst an jî Dewletên Yekbûyî ne." Hat destnîşankirin ku her kiryarên ku di daxuyaniyên fermî de nehatine behskirin, ti pêwendiya wan bi Komara Îslamî ya Îranê re nîne.
Serokê Konseya Têkiliyên Derve ya Stratejîk a Îranê Kemal Harrazî mir
Hate ragihandin ku Serokê Konseya Têkiliyên Derve ya Stratejîk a Îranê Kemal Harrazî yê 81 salî, ku di êrîşên Amerîka-Îsraîlê de bi giranî birîndar bûbû, mir.
Ajansa Nûçeyan a Farsê mirina Harrazî ragihand. Di êrîşên DYA-Îsraîlê yên 1ê Nîsanê de li ser Îranê, cihê niştecihbûna Harrazî li Tehranê hatibû armancgirtin; Harrazî bi giranî birîndar bû, lê hevjîna wî jiyana xwe ji dest da.
Hejmara qurbaniyan
Rêxistina Tibba Dadî ya Îranê ragihand ku di êrîşên DYA û Îsraîlê de, yên ku di 28ê Sibatê de dest pê kirin û 40 rojan heta agirbestê berdewam kirin, zêdetirî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.