TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Senatoya Amerîkayê firotina mosek û çekên pêsketî bo Siûdî pesend kir

📅 08 berfanbar 2021 21:33

PeyamaKurd - Senatoya Amerîkayê projeyasaya senatoran a qedexekirina firotina moşekên pêşketî bo Erebistana Siûdî red kir û firotina wan çekan jî pesend kir.

Li gorî pêşnûmaya senetoran a ji bo qedexeya firotina moşekên pêşketî yên ji hewayê bo hewayê yên navîn û topavêjên moşek û çekên din ên pêşketî bo Erebistana Siûdî hat red kirin û firotina wan çekan hat erêkirin.

Biryara qedexekirina firotina çekan bi piraniya dengan hate red kirin.

Endamên Senatoya Amerîkayê ragihand, Erebistana Siûdî hevalbendeke girîng e li Rojhilata Navîn û hin endamên Kongreyê jî Siûdî rexne kirin bi hinceta beşdarî şerê Yemenê bûye.

Parve bike: