TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Semsûr | Agir bi kargeheke cilûbergan ket: 3 karker jehrî ketin

📅 12 îlon 2022 13:00

PeyamaKurd – Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nayê zanîn agir bi kargeheke cilûbergan ket û di encamê de 3 karker jehrî ketin.

Li gor zanyariyan, li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Semsûrê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi kargeheke cilûbergan ket û li ser agahdarkirinê tîmên agir ji aliyê tîmên berevaniya şaristaniyê ve di demeke kurt de hat vemirandin.

Hat zanîn ku di bûyerê de zerara madî çêbû û 3 karker ji ber dûmanê bi jehrî ketin.

Tîmên tendirustiyê her sê karker rakirin nexweşxaneyeke taybet a Semsûrê û hat ragihandin ku rewşa tendirustiya karkeran baş e.

Parve bike: