TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Seîdê Pîrê: Hêzên li Kerkûkê, ne mesrû ne!

📅 29 tebax 2018 12:25

PeyamaKurd- Berdevkê YNKê got ku li ser gelê Kerkûkê gelekî zext û zor hene û hêzên ku ji bo ewlehiyê li Kerkûkê tevdigerin, li dijî qanûn û zagonê dimeşin.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seîdê Ehmedê Pîrê, di derbarê tevgera Heyder Ebadî ya ji bo Kerkûkê de ji çapemeniyê re axivî û got ku Serokwezîrê Iraqê Ebadî nikare bi tena serê xwe li ser Kerkûkê biryaran bistîne. Ev di zagonê de hatiye eşkerekirin.

Pîrê got ku PDK û YNKê biryar dane ku komîteyekê ava bikin ku aramiya Kerkûkê pêk bînin û mijarên dî jî zelal bikin. Hêzên ku niha li Kerkûkê ne, li herêmê dibin sebeba gengeşî û aloziyan.

Parve bike: