TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Seferên Balafirxaneya Diyarbekirê sibe ji nû ve destpê dikin

📅 24 hezîran 2021 16:00

PeyamaKurd - Balafirxaneya Diyarbekirê ku zêdetirî mehekê bû bi sedema temîrat û nûkirina pîstan hatibû daxistin, ji nû ve tê vekirin.

Balafirxaneya Diyarbekirê 24ê Gulanê bi mebesta nûjenkirin û temîratê ji firînê re hatibû girtin û seferên rêwiyan li balafirxaneya bajarên Mêrdîn û Batmanê berdewam dikirin.

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku xebatên temîrat û nûkirina pîstan bidawî bûne û sibe 25ê Hezîranê seferên il Balafirxaneya Diyarbekirê ji nû ve dest pê dikin.

Parve bike: